Xwendekarên zanîngehê wê ji 1ê Mijdarê pê ve ji desteka telefona destan, kompîtur û înternetê ya bêpere sûd werbigirin.
Biryara dayîna Amûrên Teknolojîyê û Piştgirîya Înternetê ji Xwendekarên Zanîngehê re" di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorê biryarê, di roja kirîna amûrê de ji bo her xwendekarê zanîngehê ku hemwelatîyê Komara Tirkîyeyê ye û yên ku temenê wan di bin 26 salîyê de ne û ji bilî xwendekarên perwerdehîya vekirî, tenê ji bo carek desteka amûra teknolojîk û piştgirîya înternetê ya salekê tê dayîn.
Piştgirîya ku bi giştî wê 5 hezar û 500 TL derbas neke, ji bo amûrên telefonên destan û amûrên kompîturê yên ku ji 9 hezar û 500 TL derbas nabin, dikarin bên bikaranîn.
Piştgirîya înternetê ya ku ji bo van xwendekaran tê dayîn wê 12 mehan belaş be, bi yek xetê ve sînorkirî ye, her meh herî zêde 10 GB û salê 120 GB e.