Maça Diyarbekirspor-Kahramanmaraşsporê, roja yekşemê di saet 15:00an de, li Stadyûma Diyarbekirê tê lidarxistin.
Maça Diyarbekirspor-Kahramanmaraşsporê, roja yekşemê di saet 15:00an de, li Stadyûma Diyarbekirê tê lidarxistin. Serokê Klûbê Turan İlgi, dîyarkir ku ew ê maçeke pir girîng bilîzin û dîyarkir ku, wan ji emrê 7 heta emrê 70'î, hemû gelê Amedê vexwendibûn tirûbûnan û bilêt bêpere kirin. Turan İlgi di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji dawiya lîgê re demeke hindik maye, di vê pêşbirka dijwar de, armanca me ya sereke ew e ku, bi helwestek li gor me û gelê Amedê, heta dawîya lîgê bi serkeftinan rêya xwe bidomînin.”