Pêla germê ya ku Ewropa û Bakurê Afrîkayê qelandîye, hat ragihandin ku wer heye li hin herêman bigihêje asta rekorê ya bilind û hişyarî hatin belav kirin.
Pêla germê ya ku Ewropa û Bakurê Afrîkayê qelandîye, hat ragihandin ku wer heye li hin herêman bigihêje asta rekorê ya bilind û hişyarî hatin belav kirin.
Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê derbarê rojên 12 û 18ê Tîrmehê da hişyarî da û wiha got, "Li gor texmînan hewaya demsalê wê li herêmên başûr û rojava 5 û 10 pile, li herêmên din jî wê 2 û 6 pile zêde be.
" Navenda Texmîn û Hişyarî ya Meteorolojîyê ya Amedê, dûbare hişyar kir û got, “Danê nîvro demjimêr di 11an de û danê evarê demjimêr di 16an de dernekevin derve. Herî zêde jî, ji bo kal, zarok û kesên bi nexweşîyên kronîkin divê gelekî miqatebin.