Li dijî biryara berdana kesên ku li Wêranşarê li bijîşk xistine, îtîraz hat kirin.
Li dijî biryara berdana kesên ku li Wêranşarê li bijîşk xistine, îtîraz hat kirin. Bijîşkê ku li navçeya Wêranşara Rihayê di serwîsa lezgîn de dixebitî, ji alîyê komek ji 5-6 kesan ve hat derbkirin. Odeya Tabîban a Rihayê, tundîya li ser bijîşk şermezar kir, wî bang li rayedaran kir û wiha got "Ev dîmenên tundîyê we aciz nakin?" Di êrîşa ku 4 kes hatin binçavkirin de, Dr. Şehmûs Baraj piştê biryara berdana êrîşkaran dîplomaya xwe çirand û îstifa kir. Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanê vê rewşê da. Wezîr Koca îtîraz li biryarê kir û daxwaza biryara girtinê kir.