Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan, derbarê îtîraza Dadgeha Bilind a ji bo kurtenivîsa navê partîyê de got ku, "Navê partîyê yên dirêj nayê guhertin, tenê kurtenivîsa HEDEP'ê tê guhertin." Berdevka Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Ayşegul Dogan, derbarê mijarên heyî û îtîraza Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind a ji bo "HEDEP"ê ku kurtenivîsa partîyê ye, li Meclîsê civîna çapemenîyê li dar xist.
Dogan di daxuyanîya xwe de wiha got: “Ji bo pêşîya hilbijartinên herêmî tu rîsk neyê girtin me li ser vê îtîrazê dest bi xebatên xwe kir.
Di madeyên derbarê tiştên ku tên xwestin de hin guhertin ewê were çêkirin.
Ewê tenê di nav sînorên ku ji hêla Dadgeha Bilind ve têne xwestin de bin.
Ji bilî vê tu guhertinên din nayên çêkirin.
Emê di demêk zûtirîn de vê yekê bikin.
Em hê jî li ser wê yekê dixebitin ku navê kurtenivîsa nû ya partîyê çawa be.
Navê dirêj ê partîya me Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê nayê guhertin, tenê navê me yê kurt HEDEP wê bê guhertin.”