Derbarê binçavkirinên operasyona navenda wê Amed û li 21 bajaran hat kirin, li ber Edlîyeya Amedê bi daxuyanîyek hevpar bertek hat nîşandan.
Derbarê binçavkirinên operasyona navenda wê Amed û li 21 bajaran hat kirin, li ber Edlîyeya Amedê bi daxuyanîyek hevpar bertek hat nîşandan.
Di daxuyanîya hevpar a bi îmzeya Rêxistina HDP'ê ya Amedê, endamên Komeleya Hiqûqnasan a Azadîyê (ÖHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) û Baroya Amedê de, hat destnîşankirin ku ew dixwazin di heyama hilbijartinê de çavtirsandinê belav bikin.
Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, daxuyanîya hevpar xwend û wiha got, “Zexta darazê ya li dijî beşên muxalîf ên civakê û parêzvanên mafan, li ser parêzer, parêzvanên maf, hunermend û kedkarên çapemenîyê pêk tê. Ji ber fikarên ewlehîya hilbijartinê em dizanin ku rêxistinên sivîl û parêzvanên mafan hewl didin bi gefên darazê bitirsînin.” Ozdemîr anî ziman ku em tehdîda darazê qebûl nakin û wiha berdewam kir, “Li hemberê hevrêyên me, rojnameger û parêzvanên mafan, divê ev pêkanînên dijhiqûqê yên ku mafê azadî û ewlehîyê binpê dike, bê rawestandin û tavilê serbest bên berdan.”