Baroya Amedê dîyarkir ku ew ê piştgirîya hiqûqî bidin zarokê ku ji alîyê serokê bajêr yê MHP'ê Cîhan Kayaalp ve hatîye îstîsmarkirin û ragihand ku ew ê pêvajoya dosyeyê bişopînin.
Baroya Amedê dîyarkir ku ew ê piştgirîya hiqûqî bidin zarokê ku ji alîyê serokê bajêr yê MHP'ê Cîhan Kayaalp ve hatîye îstîsmarkirin û ragihand ku ew ê pêvajoya dosyeyê bişopînin. Hat îdîakirin ku Kayaalp ku di dosyaya wî de biryara veşartinê heye, bi îdîaya "îstîsmara zayendî" hatîbû girtin. Baroya Amedê di derbara mijarê de, li ser hesabê xwe yê fermî yê twitterê daxuyanîyek da û wiha got; "Em ji raya giştî re radigihînin ku di dosyaya ku Cîhan Kayaalp bi sûcdarîya îstîsmara zayendî ya zarokan hat girtin de, zarokê ku rastê îstîsmarê hatîye, em ê piştgirîya hiqûqî bidin û em ê pêvajoya dosyeyê bişopînin."