Baroya Amedê dîyar kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de, ew ê di çarçoveya tedbîrên ewlekarîya hilbijartinê de li navenda bajar û navçeyan li her dibistanan wê li sindoqan xwedî derkevin.
Baroya Amedê dîyar kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de, ew ê di çarçoveya tedbîrên ewlekarîya hilbijartinê de li navenda bajar û navçeyan li her dibistanan wê li sindoqan xwedî derkevin.
Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, ji Ajansa Sûrê re axivî û dîyar kir ku ji bo azadîya gel di sindoqande xuya bike û ji bo gel nekevin fikara ewlehîya hibijartinê wê li sehayê bin.
Ozdemîr di axavtina xwe de wiha got, “Em bi hevalên xwe yên parêzer ên ku em ê li navenda bajêr û hemû navçeyan wezîfedar bikin, ji bo şopandina pêvajoya hiqûqê, bikaranîna mafên îtîraz, dijberîya nelirêtîyê û mafê gilîkirinê, em ê pêvajoyê bimeşînin.
Em armanc dikin ku li navenda bajar û navçeyên Amedê herî kêm 250 parêzer wezîfedar bikin. Em niha di vê warê de hin astên perwerdeyê didin hevalên xwe yên parêzer."