Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Bariş Terkoglu derbarê Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu de got "dibe ku were girtin.”
Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Bariş Terkoglu derbarê Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu de got "dibe ku were girtin.”
Terkoglû, di nivîsa xwe ya îro de behsa namzetîya Serokkomarîya Kiliçdaroglû û nebûna wî ya parlementerîyê kir.
Terkoglu di nivîsa xwe ya bi sernavê "Dibe ku Kiliçdaroglu bê girtin" de bal kişand ser tinebûna parêzbendîya Kiliçdaroglu û wih got, "Dibe ku piştê Şaredarê Stenbolê, Serokê Giştî yê CHPê jî were cezakirin."
Terkoglu bi bîr xist ku Serokatiya Meclîsê raporên wekîlên ku di vê heyamê de nehatine hilbijartin şandin edliyeyê û bi parêzerê Kiliçdaroglû Celal Çelîk re jî hevdîtin kirîye. Terkoglu dibêje, "Hinek dozên berê ji ber parêzbendiyê hatin rawestandin, wê dîsa dest pê bikin û hejmara dosyayan ji 28an derbas kirî ye.”