Barana ku di meha adarê de li Amedê û bajarên herêmê barîya, hêvîyên cotkaran zêde kir.
Barana ku di meha adarê de li Amedê û bajarên herêmê barîya, hêvîyên cotkaran zêde kir.
Li Amed, Êlih û Mêrdînê, barana ku di meha Adarê de bi bandor bû, fikarên cotkaran yên derbarê hişkesalîyê de kêm kir. Hilberîner li bendê ne ku di meha Nîsanê de baran zêde bike. Midûrê Çandinî û Daristanê yê Amedê Mistafa Ertan Atalar, dîyar kir ku heke di meha Nîsanê de baran têr û bi qîm bibare wê demsal bi xweş û geş bibe.