Piştê barana zêde ya do li Amed, Riha û Semsûrê barîya, lehî rabû di hin avahîyan de xisar çêbûn.
Piştê barana zêde ya do li Amed, Riha û Semsûrê barîya, lehî rabû di hin avahîyan de xisar çêbûn.
Ji ber baran û şilîya zêde û lehîyên avê ku çêbûn, di avahîyeke li ser kolanê 88emîn ya li taxa Hûzûrevleri ya navçeya Kayapinarê ya Amedê, dîwarê qatê binî berbi hêla qatê bodromê ve hedimî.
Welatîyên ku ji vê rewşê fikar kirin, ji bo apartmana ku di erdhejê de hinekî xisar dîtibû, ji nû bê kontro kirin serî li sazîyên tekildar dan. Derdora dîwarên hilweşîyane, bi şerîda ewlehîyê hat dorpêçkirin.