Banka Navend ya Komara Tirkîyeyê (TCMB) wê îro biryara xwe ya faîzê eşkere bike. Banka Navend meha borî di 27 mehan de cara ewil faîz zêde kiribû.
Banka Navend ya Komara Tirkîyeyê (TCMB) wê îro biryara xwe ya faîzê eşkere bike. Banka Navend meha borî di 27 mehan de cara ewil faîz zêde kiribû.
Di civîna ewil a ku bi serokatîya Seroka nû Hafîze Gaye Erkan hat kirin de peyama "gav bi gav zêde bibe" hat dayîn.
Banka Navend ya ku peyama têkoşîna li dijî enflasyonê da, bi kelecan tÊ meraq kirin ku gelo wê di biryara civîna Tîrmehê çi encam derkeve.
Li gorî anketa ku bi aborînasên herêmî û navneteweyî re hatîye kirin, tê texmînkirin ku Banka Navend rêjeya polîtîkayê bi 500 pûanan zêde bike û bike ji sedî 20.