BANÊ XANÎYÊ KU DI ERDHÊJÊ DE XISAR DÎBÛ, BI XWE HILWEŞÎYA
Li navçeya Sûrê banê xanîyekî ku di erdhêjê de xisar dîbû, bi xwe hilweşîya.
Bûyer danê nîvro li Kolana Pamukçu ya Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat. Banê mala du qatî ya vala ku di erdhêja 6'ê Sibatê ya Mereşê de xisareke mezin dîtibû, nîşka ve bi xwe hilweşîya. Ekîbên ku sewqê cîhê bûyerê bûn bi kişandina şerîdan tedbîrên ewlehîyê li ketin û derketina kuçeyê girtin. Welatî û esnafên li taxê dijîn dîyar kirin ku bi şans di wê kêlîyê de tu kes ji kûçeyê re derbas nebûye û tu kes birîndar nebûye.