Ji ber mija zêde ya Amedê balafiran li Elezîzê dadikevin û ji ber vê rêwî mexdûr dibin.
Li gorê qanûna Rêhewayan rêwîyên ku heqê wan ê mêvanî û hewandinê nayê dayîn, mexdûr dibin.
Li gorê nûçeya Ajansa Surê, Rêhewayên Tirk mafê xwarin û stargehê nedaye rêwîyên Amedê ku balafira wan li Elezîzê daketine. Rêwîyek ku mexdûr bûye bang li rayedaran kir û wiha axivî, “balafira Rêhewayên Tirk a ku ji Sabîha Gokçen dihat Amedê ji ber mija zêde neçer ma û li Elezîzê rêwîyan peya kir.
Îro ev balafira 7emîn e ku bi vî awayê li Elezîzê dadikeve. Em niha li balafirgehê mexdûr dibin, ji ber ku mafên me yên xwarin û stargehê nedane me. Eger mij hebe, çima ev sefer nayên paşxistin?"