Bahoza qûmê ya ku duh bi şev li Amed û navçeyên wê dest pê kir, bandoreke neyînî li jîyanê kir.
Bahoza qûmê ya ku duh bi şev li Amed û navçeyên wê dest pê kir, bandoreke neyînî li jîyanê kir. Ewrên tozê yên li asîman çêbûn, hewayeke gemar çêkir û bû sedem ku mesafeya dîtinê jî kêm bibe. Ji alîyê Midûrîyeta Herêma 15’emîn a Meteorolojîyê ya Amedê ve, daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn. Tê pêşbînîkirin ku li Amed û parêzgehên herêmê, piştê nîvro birûsk û baran pêk were.