Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derbarê roja hilbijartinê de bangewazî kir û got, "Werin em di meha Gulanê de vê karê biqedînin."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derbarê roja hilbijartinê de bangewazî kir û got, "Werin em di meha Gulanê de vê karê biqedînin."
Bahçelî di civîna koma partîya xwe de rojev nirxand û bal kişand ser 'şert û mercên demsalî' yên derbarê roja hilbijartinê de û wiha got, "Werin em li hev bikin û bi hev re Tirkîyeyê bigihînin hilbijartinan, em di meha Gulanê de vê karê han biqedînin." Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî, derbarê dîroka hilbijartinê de berîya du hefteyan daxuyanîyek dabû û gotibû, "Em dikarin ji ber şert û mercên demsalî roja hilbijartinê nûjen bikin.”