Alî Babacan li Amedê got: "Li gorê kesên li Beş Tepeyê dengên gelê Amedê ne girîng e. Qeyûm binpêkirina îradeya hilbijêran e."
Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan ê ku li Amedê beşdarê merasîma danasîna namzetên şaredarîya partîya xwe bû, ji Amedê rexneyên tund li hikûmetê kir.
Babacan, anî ziman ku ev pêkanîna qeyûm binpêkirina îradeya hilbijêran e û wiha axivî;
“Li gorê kesên li Beş Tepeyê dengên gelê Amedê ne girîng e. Li gorê kesên li Beş Tepeyê dengên Amedîyan bêqîmet e. Di demokrasîyê de ev yek pêk nayê.”