Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan got ku, "Em ê bi nav û namzetê xwe bikevin hilbijartinên herêmî.
Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan got ku, "Em ê bi nav û namzetê xwe bikevin hilbijartinên herêmî.
" Babacan di civîna çapemenîyê ya ku li TBMMê li dar xist de derbarê rojevê de nirxandinan kir û derbarê hilbijartinên herêmî de wiha got: “Ji îro pê ve 4 meh ji hilbijartinên herêmî re mane.
Weke DEVA Partî em ê bi navê xwe û bi namzetên xwe têkevin hilbijartinên herêmî. Em niha di amadekarîyên zexm de ne ku bi şaredarîyên DEVA re karûbarê ji her çar alîyên welatê xwe re ragihînin. Em ê bi şaredariyeke paqij û şefaf bersiva xirabûn û bêrêtîya hikûmetê bidin.”
Babacan derbarê navên ku herî dawî bi sûcdarîya pereyên derqanûnî hatin girtin jî wiha axivî; “Vê hukûmetê ji dêleva qezenca bi xwêdana kedê û aqilê, fikra wek bi qazancên zêde yê derqanûnî, bêrêtî, rant û fikra gavek zû dewlemend bibim çêkirîye.”