Li Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, bêyî stendina tedbîrên ewlehîyê hilweşandina avahîyekê hemwelatî diltirsyayî kir.
Li Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, bêyî stendina tedbîrên ewlehîyê hilweşandina avahîyekê hemwelatî diltirsyayî kir.
Li gor nûçeya Rojnameya Tîgrîsê, avahîya kevn a PTT'ê ya li taxa Ofîsê ye, di çarçoveya veguherîna bajaran de tê hilweşandin. Li herêma ku lê hilweşandin pêk dihat, tedbîrên ewlehîyê yên pêwîst nehatin girtin û esnafê sûka navçeyê ya ku li cihê ku lê hilweşandin hatibû avakirin bertek nîşanî rewşê da. Welatî ji rayedaran daxwaz dikin ku heta tedbîrên pêwîst ên ewlehîyê neyên girtin bila hilweşandina wê were taloq kirin.