Li Amedê avahîya 9 qatî ya ku di erdhejên navenda Mereşê de zirar dîtibû, di dema xebatên hilweşandinê de ji nişka ve hedimî.
Li Amedê avahîya 9 qatî ya ku di erdhejên navenda Mereşê de zirar dîtibû, di dema xebatên hilweşandinê de ji nişka ve hedimî.
Li Amedê di erdheja 6'ê Sibatê ya ku li Pazarcik û Elbîstanê pêk hat de bi hezaran avahîyan xisar dîtin.
Li bajêr di heyama xebatên hilweşandina avahîyên bi xisar de, ewlehîya hawirdorê hat girtin û li Apartmana Furkan a 9 qatî ya ku li Taxa Peyasê ya navçeya Kayapinarê ye ku xisareke mezin dîtibû, xebatên hilweşandinê hat destpêkirin.
Piştê ku xebatên hilweşandinê dest pê kir û hin stûn hatin birîn, avahî ji nişka ve hilweşîya. Di encama hilweşînê de hawîrdor di bin dûmana tozê de ma. Hat ragihandin ku tiştek bi canê tu kesî nehatîye.