Serokê Egîtîm Sen'ê ya Şaxa Wanê Mûrat Atabay dîyar kir ku di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de ku 3 kota ji bo Kurdî hatîye dayîn "Li hemberê Kurdan heqaret e.
Serokê Egîtîm Sen'ê ya Şaxa Wanê Mûrat Atabay dîyar kir ku di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de ku 3 kota ji bo Kurdî hatîye dayîn "Li hemberê Kurdan heqaret e.
Atabay anî ziman ku sendikaya wan tu carê nebûne alîgirê dersên bijarte yên dersa Kurdî û got ku ew perwerdehîya bi zimanê zikmakî diparêzin. Atabay destnîşan kir ku di serdema "pêvajoya çareserîyê" de dersên bijarte yên Kurdî hatin destpêkirin, lê piştre bi hinceta "mamoste kêm in" ders nehatine vekirin. Atabay anî ziman ku her sal nêzê 200 xwendekar ji beşên Kurdî yên zanîngehan mezûn dibin û xwest ku mamosteyên di warê zimanê Kurdî de mezûn bûne bên tayînkirin.