Serokê bajarê Amedê yê CHP Abdullah Atik, berîya serdana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a roja şemîyê ku wê li Amedê pêkbîne, ji nişka ve valakirina Zîndana Tîpa E ya Dîyarbekirê, rexne kir.
Atik bal kişand ser vê yekê ku derbarê girtîgehan de fikrên balkêş ên Erdogan hene ku çi di bingeha hişê wî de heye ew wê derdixe rastê û wiha got: "de ka bifikirin ku Serokkomarekî ku mizgîniya avakirina girtîgehê bide gelên bajarê ku bi salan e hesreta hiqûq û edaletê dikêşin. Li ser girtîgehan bi rastî jî fikrên wî yên ecêb hene.
Dibêje ew ê girtîgehê hilweşînin û li şûna wê Navenda Çandê ava bikin. Bi salan di wê avahiyê de mirov êş û eşkenceyên mezin kişandin. Kesên ku li wir mirin hebûn. Bi rastî jî li ser navê mirovahiyê pêkanînên şermê hatine kirin.
Ev salek e ku Erdogan derbarê vê yekê de daxuyanî daye, lê belê do ji nişkave di rojekê de girtîgeh hat vala kirin.
Ev salek e tu li ku yî? Hûn dibêjin hûn ê wê girtîgehê hilweşînin û li şûna wê Navenda Çandê ava bikin.
Hûn nikarin wê êşê wisa veşêrin. Ji bo ku careke din sûcên bi vî rengî neyên kirin û ji cîhanê re bê ragihandin ku ew mirovekî xwedî mafên mirovan e, divê li şûna wê avahiyê wekî 'Muzeya Sûcên li Dijî Mirovahîyê' were sazkirin.