Tevê agirbestê jî Îsraîl dîsa gule li Filistînîyên li ser rêya koçberîyê reşandin.
Peymana agirbesta demkî ya 4 rojan di navbera Îsraîl û Hamasê de danê sibehê saet di 08:00 de dest pê kir. Hat ragihandin ku piştê ku êrîş rawestîyan sivîlan dest bi vegera herêmê kirin.
Artêşa Îsraîlê ku di deqîqeyên ewil ên agirbestê da balefirên xwe rakir û bi hezaran belavokê tehdîdê li Gazeyê belavkir û di peyama xwe da wiha got: "Hê şer bi dawî nebûye. Hûn dikarin ji bakur derbasê başûr bibin, lê hûn nikarin ji başûr derbasê bakur bibin."
Arteşa Îsraîl, Filistînîyen ku dixwestin ji başûrê Gazeyê vegerin bajaroka Gazeyê û herêma bakurê wî, gule li serwan barand. Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên tenduristîyê hatin hildan, di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.