Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Ziman Arî-Der ya Êlihê sertîfîka da 95 xwendekarên ku perwerdeya zimanê kurdî qedandin.
Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Ziman Arî-Der ya Êlihê sertîfîka da 95 xwendekarên ku perwerdeya zimanê kurdî qedandin.
Di vê pêvajoyê de 12 mezûnên bawernameyên mamostetiyê wergirtin li komeleyê dest bi mamostetiyê kirin. Hevserokê ARÎ-DER'ê Mazlûm Bûksel got, “Dibe ku zimanê me ne fermî be, lê em dikarin bi axaftinê li hemû qadên jiyanê vê bi ser bixînin. Bi vî awayê em dikarin li dijî asîmîlasyonê derkevin. Em li mal, li kar, li kuçe, li baxçe, li her derê bi kurdî biaxivin. Heger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, mixabin kes guh nadê. Em dikarin bi axaftin, nivîsandin û xwendinê bibin xwediyê zimanê xwe. Dema ku em van hersêyan bikin, em dikarin bibînin ku zimanê me pêşketiye."