Helbestvan Burhan Îşîyok ku yek ji pêşkêşvanê Amed Radyo Tv’yê ye, albûma wî ya nû ku ji besteyan pêk tê, derket.
Helbestvan Burhan Îşîyok ku yek ji pêşkêşvanê Amed Radyo Tv’yê ye, albûma wî ya nû ku ji besteyan pêk tê, derket.
Di albûma bi navê “Aşk-ı Tamara” de, 9 berhem cih girtin ku 3 jê bi Kurdî û 6 jî bi Tirkî hatin bi dengkirin. Di albûme de hemû gotin û mûzîk aîdî helbestvan Burhan Îşiyok in. Stranên di albûmê de; ji alîyê Serhad Raşa, Meral Tekçî, Turan Şengul, Hasan Saglam, Înan Tat, Sevim Eren, Fırat Karataç, Yusuf Roman û Furkan Karakaya ve hatin bi deng kirin. Helbestvan Burhan Îşîyok dîyarkirîbû ku ji bo wî du projeyên herî bi qîmet albûmên bi navê KADININ ŞİİR SESİ û AŞK-I TAMARA ne ku di dema nexweşîyê de derhênerîya wan kirîbû. Albûma AŞK-I TAMARA ji 8’ê Hezîrana 2022’an vir ve, di hemû platformên dîjîtal de cîhê xwe girt.