Seroka ÎYÎ Partiyê Akşener, bal kişand ser namzediya serokomariyê ya Kiliçdaroglu û wiha got "Kemal Bey bi biryar e, xuya dike ku namzet e".
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener duh li bajarê Bilkenta Enqereyê bi serokên parêzgehan ên partiya xwe re civîn li darxist.
Di civînê de namzediya serokomariyê jî hat rojevê.
Akşener navê kesên ÎYÎ Partiyê yê ji bo namzediya serokomariyê bi bîr xist û wiha got: "Heta ku dernekeve û nebêje 'ez namzet im' em nikarin namzetiyê nîşan bidin."
Akşener ji bo Kiliçdaroglû jî diyar kir ku "Kemal Bey bi biryar e, dixuye ku namzet e".