Hat ragihandin ku di erdhejên navenda wê Mereş bû de 36 hezar û 187 kesan jîyana xwe ji dest dan e.
Hat ragihandin ku di erdhejên navenda wê Mereş bû de 36 hezar û 187 kesan jîyana xwe ji dest dan e.
Di daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hat dayîn de hat ragihandin ku îro demjimêr di 09:00 de ji ber erdhejê 36 hezar û 187 kesan jîyana xwe ji dest dane û 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane herî dawî di 14’ê Sibatê de hate eşkerekirin. Di roja 11emîn a karesatê de piştî 38 saetan hejmara mirîyan hat nûkirin.