53 akademîsyen û sîyasetmedarên ji welatên cuda yên cîhanê ji bo piştgirîya bi HDP'ê ya ku bi doza girtîbûnê re rû bi rû ye, name şandin. Di nameye de bertek nîşanê dosyaya girtina HDPê dan û destnîşan kirin ku demokrasîya Tirkîyeyê ketîye xetereyê.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku gelek rêveberên HDP’ê girtî ne, wiha hat gotin, “HDP mafê xwe yê rêxistinbûn, îfadekirin, kombûna aştîyane û tevlîbûna hilbijartinên pêşwext diparêze. Eger hikûmeta Erdogan dawî li hebûna Partîya Demokratîk a Gelan bîne, wê bingehên demokrasîya Tirkîyê jî hilweşîne.”