Fûara Pirtûkan a Mezopotamya ku ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ve li Navenda Kongre û Fûar a Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat lidarxistin, di nava 9 rojan de bala bi hezaran kesê kişand.

Fûara ku di 16ê Berfanbarê de dest pê kir ji Amed û herwiha ji bajarên herêmê jî gelek kes hatin fûarê. Fûara ku bi qasê 500 hezar kes hat zîyaretkirin, piranî ji weşanxaneyên ku bi Kurdî weşanê dikin pêk dihat.
Amed Radyo TV jî bi weşana xwe ya zindî li seranserê fuarê mazûvanîya nivîskar û mêvanan kir. Di fuarê de herî zêde pirtûkên Kurdî eleqeyek dît, panel û roja îmzeyê yên nivîskarên Kurd jî eleqeyek mezin dît.