5 ROKET ÊN KU TÊ ÎDDÎAKIRIN KU JI BAKURÊ SÛRÎYEYÊ HATNE AVÊTIN LI KARKAMIŞA DÎLOKÊ KETIN: 3 MIRÎ, GELEK BIRÎNDAR
Wezîrê navxweyî Suleyman Soylu jî diyar kir ku hejmara kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane derket 3yan...
Li navçeya Karkamişa Dîlokê 5 roketên ku tê îdiakirin ji bakurê Sûriyeyê hatin avêtin, li lîseyekê û 2 mal û her wiha li nêzî Deriyê Sînor ê Karkamişê îsabetê qemyonekê kir. Hate hînbûn ku ji ber êrîşan gelek kes birîndarbûn. Tîmên tenduristîyê sewqî cihê bûyerê bûn. Waliyê Dîlokê Davut Gul diyar kir ku li navçeya Karkamişê 5 roket hatin avêtin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Wezîrê navxweyî Suleyman Soylu jî diyar kir ku hejmara kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane derket 3yan.