3 ciwanên ji Amedê yên ku siwareya wan qelibîbû nava Çemê Mûnzûrê û winda bûbûn, hêjî nehatine dîtin.
3 ciwanên ji Amedê yên ku siwareya wan qelibîbû nava Çemê Mûnzûrê û winda bûbûn, hêjî nehatine dîtin.
Siwareya ku di 21'ê Nîsanê de ji bo serdanê çûbûn Dêrsimê û Azat Demîral ê 21 salî, Mehmet Can Demîral ê 22 salî û Baran Aslan Taş ê 22 salî tê de bûn, piştê ku ajokar kontrola xwe winda kir, qelibîbû nava Çemê Mûnzûrê. 27 ekîbên cuda ku ji hezar kesî pêk tên, hem di binê avê û hem jî li ser avê heta Gola Bendava Uzunçayirê lêgerîna xwe didomînin.