23 RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ: QANÛNA DEZENFORMASYONÊ VEKIŞÎNIN
Banga 7 sazîyên çapemenîyê ya ji bo vekişîna "Qanûna Dezenformasyonê" ya ku wekî qanûna medyaya civakî tê zanîn û pêşkêşê Meclisa Mezin a Tirkîyeyê hat kirin, ji sazîyên ku li çaralîyê cîhanê di warê azadîya ramanê û medyayê de dixebitin, piştgirî hat.
Banga 7 sazîyên çapemenîyê ya ji bo vekişîna "Qanûna Dezenformasyonê" ya ku wekî qanûna medyaya civakî tê zanîn û pêşkêşê Meclisa Mezin a Tirkîyeyê hat kirin, ji sazîyên ku li çaralîyê cîhanê di warê azadîya ramanê û medyayê de dixebitin, piştgirî hat. Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) û Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ) jî di nav de 23 sazîyên çapemenî û azadîya ramanê piştgirî dan hevkarên xwe yên ji Tirkîyeyî û ji AKP û MHP’ê xwestin ku vê qanûnê dernexin. Rêxistinan di daxuyanîya xwe ya hevpar de wiha gotin; "Dezenformasyon mijareke girîng e û divê bê çareserkirin, lê ne li ser kêmkirina mafên rojnamevanan û azadiya raya giştî."