Gelek dengbêjên li Mala Dengbêjên Amedê, weke 'Hilgirên Mîrateyên Çandî' hatin qeydkirin.
Gelek dengbêjên li Mala Dengbêjên Amedê, weke 'Hilgirên Mîrateyên Çandî' hatin qeydkirin.
Dengbêjên ku hilgir û vebêjerên wêjeya devkî ya Kurdî ne û ji bo gihandina çanda Kurdî ji nifşên nû re di cîheke girîng de ne, Serokatîya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku dengbêjan di lîsteya "Hilgirên Mîrateya Çandî ya Ne Madî" de cih bigirin, serlêdana Wezareta Çand û Tûrîzmê kir. Di encama nirxandina ku ji alîyê wezaretê ve hat kirin de; 13 dengbêj di lîsteya "Hilgirên Mîrateya Çandî ya Ne Madî" ya ku ji alîyê wezaretê ve hat dîyarkirin de ku dikarin hunera xwe bi rê û rêbazên kevneşopî yên veguheztinê hîn bibin û hîn bikin de cîh girtin. Ji alîyê din ve biryar hat dayîn ku 13 dengbêj "Karta Nasnameya Hunermend" jî werbigirin.