Nêzî 120 hezar kes Fûara Çandinî û Ajaldarîyê ya Mezopotamyayê zîyaret kir.
Nêzî 120 hezar kes Fûara Çandinî û Ajaldarîyê ya Mezopotamyayê zîyaret kir.
Ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) û Fuarên Mezopotamyayê û Koma ALZ'ê ve 14'emîn Fûara Çandinî û ajaldarîyê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin.
Fûar di navbera 26-30'ê Nîsana 2023'an de li Navenda Kongre û Fûar a Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat lidarxistin.
116 hezar û 347 kesan serdana fuarê kirin û 108 şîrket û fîrmayên ji 20 bajaran standên xwe ji bo berhemên çandinî û ajaldarîyê vekirin. Rêveberîya DTSO'yê dîyar kir ku ji bo tevlîbûna zêdetir a fûarê bê navber dixebitin.